Serokatîya Strîyê
Werger: #Mihemed_Teqevî 

Rojekê daran biryar da ku ji xwe ra serokekê hilbijêrin. Ew çûn ba dara zeytûnê û wan ji wê ra got: Were û bibe seroka me. Dara zeytûnê got: Dixwazin min neçar bikin ku dev ji xwe berdim û êdî rûnê ku ji bo xelkê û xwedayan ra rêzdar e, çênekim û hertim serokatîya we bikim? Dar piştî bihîstina wê bersivê çûne cem dara hejîrê û wan jê ra got: Were û tu bibe seroka me. Hejîrê got: Dixwazin min neçar bikin ku dev ji şîrînî û meweyên xwe yên rind berdim û xwe awareya rêyên rast û nerast bikim û sibê heta şevê serê xwe li karê ramîyarîyê germ bikim? 
Piştî van gotinan dar çûn cem dara tirîyê û wan jê ra got: were û bibe seroka me. Dara tirîyê got: Hûn ji min dixwazin ku ez dev ji çêkirina tirîya ku ava wê sedema xemrevînîya xelkê û xwedayan e berdim û bibim seroka we û tenê biaxivim?
Dawîyê dar çûn cem strîyê û wan jê xwest ku bibe seroka wan. Strîyê ji nişkê va daxwaza wan wisa bersivand: Eger dostane dixwazin ku ez bibim seroka we, werin bibim penabera sîya min, an na bihêlin agir ji strîyên min derkevin û we hemûyan bişewitîne û we bike xwelî. Wisa bû ku strîyê serokatîya darên din pejirand ji ber ku xeyrî wî karî tiştekî baştir ji dest nedihat.

Bêjeyên dijwar: واژه های دشوار
Strî: خار
Biryar dan: تصمیم گرفتن
Serok: رئیس
Serokatî: ریاست
Hilbijartin: انتخاب کردن
Neçarkirin: مجبور کردن
Devberdan: دست کشیدن
Rêzdar: قابل احترام، محترم
Bersiv: جواب
Hejîr: انجیر
Ramîyarî: سیاست
Sedem: سبب
Xemrevînî: آرامی، راحتی
Axiftin: حرف زدن
Pejirîn: پذیرفتن

ریاست خار
روزی درخت‌ها تصمیم می‌گیرند برای خود رهبری انتخاب کنند. پیش درخت زیتون می‌روند و به او می‌گویند: فرمانده‌ی ما باش. درخت زیتون می‌گوید: می‌خواهید وادارم کنید از طبیعت خودم که تولید روغن و مورد احترام مردم و خدایان است دست بردارم و مدام دوره بیفتم و بر شما ریاست کنم؟
درخت‌ها با شنیدن این جواب به سراغ درخت انجیر می‌روند و به او می‌گویند: بیا و رییس ما باش. انجیر می‌گوید: می‌خواهید وادارم کنید که از شیرینی و میوه‌ی خوبِ خودم دست بکشم و آواره‌ی راه و بیراهه بشوم و از صبح تا شب به کار سیاست بپردازم؟
بعد از این گفت و گو درخت‌ها سراغ تاک می‌روند و به او می‌گویند: بیا و حاکم ما باش. تاک می‌گوید: می‌خواهید از تولید انگور که عصاره‌اش مردم و خدایان را تسکین می‌دهد دست بردارم و رهبر شما بشوم و فقط حرف بزنم؟ 
بالاخره درخت‌ها به سراغ بوته‌ی خار می‌روند و از او می‌خواهند که حکمران آن‌ها باشد. خار بی‌تأمل در جواب‌شان می‌گوید که اگر صمیمانه می‌خواهید که من رهبر شما باشم بیایید و زیر سایه‌ام پناه بگیرید، وگرنه بگذار آتش از خارهایم بیرون بزند و همه‌تان را بسوزاند و خاکستر کند. بوته‌ی خار فرمانروایی بر درخت‌های دیگر را می‌پذیرد، چون کاری از این بهتر از دستش بر نمی‌آید.

📚مکتب_دیکتاتورها 

اینیاتسیو_سیلونه