Taybetmendîya Kurdî ya Xorasanê
Taybetmendîyên Kurdîya Xorasanê
(Mihemed Teqevî)
Kurdîya Xorasanê hin taybetmendîyên wê hene ku dibe ne di hemû deverên Kurdistanê da belkî tenê di hin deveran da jî hatibin dîtin lê ji hêla devoknasîya kurmancî da ew cîyawazî divê bihên kom kirin belkî ew bibin peykerek ji dade û agahîyên zanîstî ya zimanê kurdî. Meriv dikare bi rêya wan agahîyên devokî, di ser xêza zaraveyên kurdî da hin cîh bibîne û peyda bike ku venasîneke baştir ji zimanê me ya pêşîn yan heman proto-language bide ber dest û çavê zimannasan.
✳️ Haka û Werre
Wek hokerekên şanîdanê ji bo nêzik û dûrîyê tên bikaranîn.
Haka tê wateya heman awayî yan bi vî awayî û werre
tê wateya wî awayî:
1. Ez haka kar nakim.
(Ez bi vî awayî naxebitim)
2. Ez werre kar nakim.
(Ez bi wî awayî naxebitim.)
✳️ Nata/natê
Wek daçek berî navdêr yan cihnavan tê bikaranîn:
3. Ez nata te naxebitim.
(Ez mîna te naxebitim.)
✳️Va û ew
Cihnavên şanîdanê ne ku bo nîşandana tişt yan kesên nêzî û dûr tên bikaranîn:
4. Va sa/sewa min e ew sa te.
(Evtişt ji bo min e.)
5. Ew sa/sewa te.
(Ew ji bo te.)
✳️Virda û wêda
Hokerên cihkî yên şanîdanê ne ku ji bo nêzî û dûrîyê tên bikaranîn:
6. Virda werîn!
(Virde werîn/bihîne!)
7. Wêda bûwe!
(Wêde bibe!)
✳️Levra/levira/livra/vira û
Wê/wê derê/wê hendê
Hokerên cihkî yên şanîdanê ne ku ji bo nêzî û dûrîyê tên bikaranîn:
8. Levra rûne!
(Li vir rûne!)
9. Le wê hendê[wîyendê] rûne!
(Li wir rûne!)
✳️Pêşda û Paşda/bişûnda
Wek hokerên şanîdanê yên dûr û nêzî tên bikaranîn:
10. Were pêşda
(Were pêşde!)
11. Here paşda!
(Biçe paşde!)
✳️ vîya û wî
Wek cihnavên tewandî yên şanîdanê bo tişt yan kesên nêzî û dûr tên bikaranîn:
12. Tu kîjan dixwazî? vîya ya wî?
(Tu kîjan dixwazî? vî/vê ya wî/wê)
Nukte: Behsa zayendê li ser wan cihnavan ji holê derketîye û tenê nîşaneya zayend nêrê li ser wan maye.
✳️ Kaynîn û kûynîn/kûn/kan
Lêkera alîkar e ku di dema niha da bo bişekirina karekî tê bikaranîn lê çar cûreyên bilêvkirinê yên wê lêkerê hene:
13. Ez dikaynim/dekûm/dikûm/dikam bilîzim.
(Ez dikarim bilîzim.)
✳️Kişandina lêkeran
Di Kurmancîya Xorasanê da meriv dikare hin cîyawazîyên taybet yên li ser mijara kişandina lêkeran da bibîne ku hîn nehatîye îspatkirin ku çima ew cîyawazî bi yên devoka pîvan û akadimîk va hatîye çêbûn lê tiştên ku zêde tên çav nîşaneyên îzafe ne ku li paş paşgira lêkeran tên zêde kirin:
mînak:
14. ez terim, tu terî, ew tere, em terinê, hûn terine, ew terin
15. Ez deçûm, tu deçûy, ew deçû, em deçûnê, hûn deçûn, ewna deçûn
16. Ez dexwînim, tu dexwînî, ew dexwîni, em dexwîninê, hûn dexwînin, ew dexwînin.
✳️Dengnasî
[w]......[b]
[e].....[i]
[i].....[e]
[a]....[e]
Di Kurmancîya Xorasanê da di gelek cihan da li şûna dengên alîyê rastê ku taybetîya devoka fermî yan nivîskî ye dengên alîyê çepê ku taybetîya kurmancîya Xorasanê ye tên bikaranîn:
[w]......[b]
17. ez te dewînim.
(Ez te dibînim)
18. Xizîn bûwe meresê.
(Zarokan bibe dibistanê)
19. biwez/bûwez merese dereng bû.
(Bibez(lez ke) dereng negihijî dibistanê)
[e].....[i]
le.....li
je.....ji
de....di
we....bi
20. Ez le Xorasanê rûdinime.
(Ez li Xorasanê dijîme.)
21. Ez je Xorasanê me.
(Ez ji Xorasanê me)
22. Ez namêkê denivîsim.
(Ez nameyekê dinivîsim.)
[i].....[e]
23. Rûni, rawi
(Rûne, rabe)
[a]....[e]
ra.....re
va....ve
Ez sa te ra demirim.
(Ez ji te re dimirim.)
اين وبلاگ با هدف ارائه اطلاعات زبانشناختي نو به منظور استفاده دانشجويان و دانش آموختگان رشته زبان شناسي طراحي شده است اميد است تمامي كساني كه به نوعي از اين وبلاگ بازديد مي نمايند راهنماييهاي خود را از من در جهت ارتقا و رشد روز افزون آن دريغ نفرمايند.