Şivan û mar

Şivan û mar
Şivanekî her roj taseke şîrê li ber kuna marekî dadihanî. Mar derdiket, şîr vedixwar û diravek

ادامه نوشته

Zimanê zik

Bîranîn
Çend sal pêş me û cînaran dixwast koçeya xwe asfalt bikin ji ber wê em pir diçûn şaredarîyê belkî zûtir bihên û koçeyê asfalt bikin lê nebû ku nebû, me her kar kir, çiqas name nivîsîn û çiqas îmze ji xelkê standin lê ew nehatin ku nehatin. Rojekê  sibê ji ber teqereqa maşînan ji xewê rabûm û min dît ku koçeya piştî ya me ku tenê du sê xanî têda hatibûn çêkirin, mijûlî asfaltê ne. Behetî bûm loma çûm pêşda û min ji yek ji cînarên wê koçeyê pirsî ku dastan çî ye û çima koçeya we zûtir ji ya me asfalt dikin? 
Got: ji ber ku em zimanê vana baştir dizanin lê hûn nizanin. 
Min got: çi dibêjî? Fam nakim! 
Got: wan rojên ku hûn ji bo asfalta koçeya xwe dihatin û diçûn, min du sê kîlû moz û çend keyk û nûşabe ji karkerên ku li filan kolanê dixebitîn kirrîn û ew birin dan wan. Ew bû ku roja din ji min ra telefon kirin ku dixwazin bihên koçeyê asfalt bikin. Niha jî her kar dixwazî bikî, destpêkê divê fêrî zimên bibî paşê daxwaza xwe bihînî zimên.

Elî Margîr

Çîroka Elî Margîr(margir)

Rojekê Elî marekî mirî li koçeyê peyda kiribû û li ser şivekî dagirtibû û wisa li xelkê nîşan dida ku wî ew mara kuştîye.

Rojekê cînarekî bangî Elî kir û jê daxwaza alîkarîyê kir.

Elî ji malê derket û got çî ye û çi bûye cînar?!

Cînêr got mişkek ketîye nava mala me, gelo tu dikarî wî bigirî? Elî hinekî ji xwe ra ramîya û got: wele ez margîr im ne mişkgîr.

Wisa bû ku cînaran piştî wê bûyerê ji Elî ra got Elî Margîr